Dema ku behsa wê dikim gul diçilmisin ji kerba berîkirinê Xwedê navê nûjen ji ferhengoka xwe diafirînin Peyamberek misheva dilê xwe li çolan belav dike. Bakîreyek xwînê di nav lingê xwe de dimeyîn e. Dayikek nifiran li malzaroka xwe dike Dema bêrîya te dikim Qewmek agir dihebîne Zarokek çîroka dînan de digirî Telefon ji lêdanê dazir e Metro lezgîn berê xwe didin gorên tarî Hejmara çuyîna te Û hejmara dagiriya dil bi hevûdu re neyarin Min behsa wî xeyalî dikir ku navê te jê afirî bû. Ne hatina peyxamberekê Ne bi mizginiya ku ji dergahên xwedê olan dabû. Şênaziya ku di awirê te de olan dida Ez dikirim peyamberekê dilsoj Yek bi yek di dergahên kamiliyê de digerandim. Belê raste! Nêçîr ancax di tara nêçîrvan de dibe şoreşvanê rihê xwe. Dar ancax bi serê xwe be dibe dar Çuyîn di malzaroka hebûnê de dibe mirin
li welatê jor bi xeyala