Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

çîrok

  NAMEYA MİHİNÊ STEWR Di kefa destê xwe de diponojî, ew xêzikê ku ji bûyîna wî ji vir ve, di nav kefa destê wî de, weke wênayan xuya dikirin. belê xwedê; di kefa destê merov de xwe dide xûya. Kef, kefa dest, kefa xwezayê, kefa gerdûnê, kefa ku rola hebûnê de, û kefa ku ji bo xeyalên seksuel vajîna.  Li ser kefa xwede zêdê zêde diponijî, dema ku nû kamil bibû, dema ku yekem car bû goştê xwe di kefa destê xwe de girtibû û keçika cirana xeyal kiribû hate bîra wî.  Jixwe keyf û kef wê demê bi hev re dijiyan, bi hev re orgazma dibûn û bi hev re şad dibûn. De ev kef ne kefa keyfa kamilbûna wî bû, gelek êş di wan xwe de xêzan de mezin kiri bû. Pistî ku ji xeyalên xwe yê demên borî filîtî, zîq ma û li der û dora xwe nêrî. Got; ez li wir çi dikim? An jî kê/î dema tên dinya yê dê çi bikin, çi nekin, weke bazbendekê di ser dilê wan de daliyandiye. Qey loma dema merov ji hemla diya xwe diqete û pê re girî dikeve devê merov. Qey loma slava mêrov a hatina dinyayê bi giriye. Qey xwedê mer