çîrok
NAMEYA MİHİNÊ STEWR
Di kefa destê xwe de diponojî, ew xêzikê ku ji bûyîna wî ji vir ve, di nav kefa destê wî de, weke wênayan xuya dikirin.
belê xwedê; di kefa destê merov de xwe dide xûya.
Kef,
kefa dest,
kefa xwezayê,
kefa gerdûnê,
kefa ku rola hebûnê de,
û kefa ku ji bo xeyalên seksuel vajîna.
Li ser kefa xwede zêdê zêde diponijî, dema ku nû kamil bibû, dema ku yekem car bû goştê xwe di kefa destê xwe de girtibû û keçika cirana xeyal kiribû hate bîra wî.
Jixwe keyf û kef wê demê bi hev re dijiyan, bi hev re orgazma dibûn û bi hev re şad dibûn.
De ev kef ne kefa keyfa kamilbûna wî bû, gelek êş di wan xwe de xêzan de mezin kiri bû.
Pistî ku ji xeyalên xwe yê demên borî filîtî,
zîq ma û li der û dora xwe nêrî.
Got; ez li wir çi dikim?
An jî kê/î dema tên dinya yê dê çi bikin, çi nekin, weke bazbendekê di ser dilê wan de daliyandiye.
Qey loma dema merov ji hemla diya xwe diqete û pê re girî dikeve devê merov.
Qey loma slava mêrov a hatina dinyayê bi giriye.
Qey xwedê merov tenê layiqê girî dîtibû.
Zîq mabû dûrahiyê dinêrî. Niha stêrk dûr ve diçûrisîn, heyv weke gilokekên tay yên ku ber destê kevanî dixuya.
Gelo: Roj û şev evîna xwe di berbangê de pîroz dikin?
Gelo: di berbangê de hevşadibin?
"Hez kirin tehzîbûna rihe, hewceye her merov bikaribe rihê xwe yê tehzî şabe, jê re xeyalan biafirîne."
Belê hez kirin..! (mereqa dîtinê)
Niha tu li ku yî gelo,
çi difikirî,
bi çi re mujilî
çavên te li kê dinhêrin ,Çavên kê li te dinêrin.
Ji devên te hilma kîjan peyvê quloz dibe.
Hez kirin bi her awayî fikirandina evînê ye.
destê xwe yê rastê di kefa destê xwe yê çepêde dimûxand…
Kef: nameya serxwebûna hîsan e, nameya kemilandinê ye.
Dema ku li ser kefa xwe de difikirî,
mirin û hebûnê bandor li ser laşê wî dikir.
Nişkêve weke ku çirûskek ji agir quloz be rihê wî ji laşê wî quloz, dibû ar bi gerdûnê ve diçû.
Digot; dibe ku ez stêrkek im li valahiya gerdûnê de
bi tolazî diçim û têm.
Wisa di kefa destî de bi hêlekê ve xeyalên zarokatîyê yên di xaviya erotîzmê de, bi aliyekî ve ew rastiya ku niha dijiya û ji hebûna xwe rizgar kirî di walahiya gerdûnê de çerx û sema ya ku rihê wî dikir.
Dema ku merov bimre kefa merov vekirî dimîne û di bûyênê de jî kef girtiye.
Ew bayê ku li qeraxa behrê,
ji dilê gerdûnê diqetiya dihat û bi postê wî re dilîst,
weke dîlana cin û ins'an a, ew ji hevaciz û bihevre
belkî ew jî ji ber keyf û kefa xwedê bûn.
Kefên pak û yên qirêj çi farqa wan ji hev hene gelo?
Kefa xwe fikirî bi qasî keçeke xama û nû hay bi xwe hebe
xwe dikir dewsa wê keçikê,
dema ku yekem car wê keçikê bi goştê xwe lîst çi difikirî? Dema masturbasyonê de kî di xeyalê wê de bû,
serê memikê xwe çawa naskiribû.
Dema ku bakîretiya xwe bi xeyal be jî pêşkeşî ciwanekî kir,
dema ku goştek di hindirê xwe de hîskir
çi difikirî.
Niha hem masturbasiyona ciwaniya xwe difikirî, hem jî ya keçekê.
Êdî ew hîsên seksuel ji bin vîna wî derketi bûn, vîna wî ketibû bin wan hîsan.
Digot; seks dibe sedema hebûna merovahiyê be. Ji ber ku Adem dema çav bi hevayê ketibû, xwestibû memik û qalçên havvayê di kefa xwe de bigvêşe.
Goştên xwe di goştên wê de rihet bike.
Dibe ku hemû hîsên merov di bin bandora kîr û qûz de kamil bûbûn.
Evîn, sewda, aramî, hemû ser seksê kamil bûbûn di hevana merovahiyê de.
Dema ku ewqas raman di serî wî de bû,
Wiha difikirî:
Her kes di bîra xwe de diêş e. Her wiha deriyê bîrê ji bo seksê vebûye, ji ber wê yekê xwedê Ins'an afirand. Ji bo ku bîrek bê çêkirin û bi xwe jî bibe xwedî û zordestê wê bîrê. Hev şabûna Adem û Hevayê ne bi dilê xwedê bû ji ber ku Havva ji ber haz û goştê Adem. Adem ji ber germa goştê hevayê xwedê ji bîr kirin. Haya xwedê pê hebû loma çavnebarî kir û aw ji bihûştê qewirandin.
Di ser kefa destê xwe de dîsa ponijî, destê xwe avê navrana xwe rast kir û meşiya…..
Yorumlar
Yorum Gönder