Helbest
NİFİR Berî ku ji nifrinê çûkan Dengekê li ber hevûdo bikim Nimêjin xwe yek bi yek betal dikim Hewarek Çilke xwîn Du çavên ji kerba hatinê rijyayî Û stêrka rênîşanê Qurbana pejna te dikim. Keziyekê Hemlekê Û dengê li ber zayînê afirî Ji bo kome mirî dihêlim. A li wir vegere Ev der goristana hatin û çûyînên te A li vir çok daynê Cote gor biwelidîn e Ji bo betanê nav lingê te de ; Qur-an û mishef. Meşekê li hevûdo bîne Stranekê ji devê peyker û hûtên serdest bistînê. Deriyên miradan dê ji keyfa behna te bireqisin. Du memikê xama dê bi qemerî biçilwilin. Navê te di çûyînan de beytên sofiya Reş û tarî Ronî û ronahî Di malzaroka te de fînd