Helbest


NİFİR

Berî ku ji nifrinê çûkan
Dengekê li ber hevûdo bikim
Nimêjin xwe yek bi yek betal dikim
Hewarek
Çilke xwîn
Du çavên ji kerba hatinê rijyayî
Û stêrka rênîşanê
Qurbana pejna te dikim.
Keziyekê
Hemlekê
Û dengê li ber zayînê afirî
Ji bo kome mirî dihêlim.
A li wir vegere
Ev der goristana hatin û çûyînên te
A li vir çok daynê
Cote gor biwelidîn e
Ji bo betanê nav lingê te de ; Qur-an û mishef.
Meşekê li hevûdo bîne
Stranekê ji devê peyker û hûtên serdest bistînê.
Deriyên miradan dê ji keyfa behna te bireqisin.
Du memikê xama dê bi qemerî biçilwilin.
Navê te di çûyînan de beytên sofiya
Reş û tarî
Ronî û ronahî
Di malzaroka te de fînd





Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

çîrok

TÊM